Li Elmanyayê 2.6 milyon kes bêkar in û 3.5 milyon kes jî part-tîme dixebitin

Hate gotin li welatê herî mezin ê Yekitiya Ewropayê rêjeya bêkariyê kêm dibe û balê dikişîne ku ji 3.5 milyonî zêdetir kes di karên nîvrojî de yan jî kêmtir de dixeibitin.

Li gorî daneyên Daîreya Xebatê ya Federal li Elmanyayê bêkarî di meha Hezîranê de 50 hezarî din jî kêm bûye û bûye 2 milyon û 614 hezar. Rêjeya bêkariyê jî 0.1 puanî kêm bûye û bi 5.9’ê ji sala 1990’î û vir ve ku dema Elmanya bibû yek cara pêşî ye ku evqasî kêm bûye.

Li gorî heman daneyan li gorî heman serdema sala çûyî 97 hezar kêm bûye.

Lê li Elmanya hê jî bi milyonan kes nîvrojî yan jî di karê hê demkurt de dixebite. Rêjeya van kesan li gorî meha Gulanê ji sedî 7.9’ê di ser 3.5 milyonî re bûye.