Gelê Spanyayê li ser sindoqan e
Li Spanyayê, piştî 6 mehan gel careke din ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan.
Li Spanyayê, piştî 6 mehan gel careke din ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan.
Li Spanyayê, ku piştî hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê partiyan nikarîbûn hikûmeta koalîsyonê ava bikin, gel careke din li ser sindoqan e.
Di hilbijartinên îro de wê 37 mîlyon hilbijêr parlamenta ji 348 endaman hilbijêrin. Li gorî anketên dawî, encamên vê hilbijartinê wê ji hilbijartina meha Kanûnê zêde cudatir nebe.
Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa bi navê PP ve hat kirin, Partiya Gel (PP) a mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîr Marîano Rajoy ji sedî 29,5 ê dengan distîne û dibe partiya yekemîn. Partiya Rajoy di hilbijartinên sala 2011'an de ji sedî 45 ê dengan standibû.
Dîsa li gorî anketê, lîsteyên Ûnîdos Podemos a bi pêşengiya Podemosê, ku bi sekna xwe ya li dijî polîtîkayên şidandina kemberê derdikeve pêş, wê bi rêjeya ji sedî 26,3 ê dengan bibe duyemîn. Partiay Sosyalîst (PSOE) a bi polîtîkayên xwe yên çepa navendî tê naskirin, li gorî anketê wê ji sedî 20 ê dengan bistîne. Rêjeya dengê Ûdîdadanos ê bi polîtîkayên xwe yên lîberal tê naskirin, ji sedî 14,3 ê dengan werbigire.
Di hilbijartinên 20'ê Kanûna 2015'an de PP ji sedî 28,7, PSOE ji sedî 22, Podemos ji sedî 20,7, Cîûdadanos ji sedî 13,9 deng standibûn. Di encama hilbijartinên dawî de PP 123, PSOE 90, Podemos 69 û Cîûdadanos jî 40 kursî bi dest xistibûn.
Podemos sozê dide ku eger ew bibe hevparê desthilatdariyê, wê danûstandinên beriya niha bi Yekîtiya Ewropayê dihat meşandin, ji nû ve binirxîne. Podemos dixwaze polîtîkayên şidandina kemberê bên terikandin û lêçûnên budçeyê werin zêdekirin.