Lîderên YE li Berlînê li hev civiyan

Piştî referandûma li Brîtanyayê, ku Yekîtiya Ewropa (YE) hejand, lîderên her sê welatên mezin ên yekîtiyê Elmanya, Fransa û Îtalya ji bo siberoja yekîtiyê binirxînin li hev civiyan.

Beriya civîna bilind a îro ya li Brukselê, Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî duh li Berlînê li hev civiyan.

Lîderên her sê welatan, beriya civîna bi xwarinê ya li ser derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropyaê, di konferansa çapemeniyê de nexşerêya nû ya yekîtiyê eşkere kirin. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel da xuyakirin, ku berpirsyariyên wan ên ji bo 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hene û da zanîn, ji bo endamên mayî yên yekîtiyê bikevin ser rêyeke nû, ew ê di nava hewldanan de bin.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî destnîşan kir, ku wexteke wan a windakirinê nîne û got, "Ti tişt ji rewşa nediyar nebaştir nîne."

Serokwezîrê Îtalyayê Renzî diyar kir, ji bo bandora krîza li Yekîtiya Ewropayê bê kêmkirin, stratejiyeke nû divê.

Çav li rê ye, metna lihevkirinê ya ji vê civînê derket holê, pêşkêşî civîna bilind a Konseya Yekîtiya Ewropayê ya îro li Brukselê pêk were, bê kirin. Tê gotin, Merkel, Hollande û Renzî her wiha mijarên ewlekarî, mezinbûna aboriyê, pirsgirêkên ciwanan û bacê yên li Herêma Ewropayê nirxandine.