Di êrîşên xwekujî yên li Yemenê de bi dehan kes mirin

Li Yemenê, ku ji bo qedandina şerê navxweyî muzakereyên aştiyê lê dewam dikin, ji ber êrîşên xwekujî yên li hemberî bendên leşkerî bi dehan kes mirin.

Li bajarê El Mûkallayê, ku di meha Nîsanê de ji rêxistina binavê El Qaîdeya Yemenê hat rizgarkirin, 4 êrîşên xwekujî di dema fitarê de hatin kirin. Hat ragihandin 3 ji van êrîşan li hemberî bendên kontrolê yên leşkerî, yek jî li hemberî nîzamiyeya kampeke perwerdeyê ya leşkerî hat kirin.

Li gorî agahiyan, di encama her çar êrîşan de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Malpera nûçeyan a bi navê El Mukalla Now ragihand, komên bîat ji çeteyên DAIŞ'ê re kirine, ev êrîş pêk anîne.

Bajarê Mûkalla yê li başûrê Yemenê demeke dirêj di bin dagirkeriya çeteyên El Qaîdeyê de ma bû û di meha Nîsanê de ji aliyê yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr El Hadî ve hatibû rizgarkirin.