Rojeva yekane ya Skoçyayê Yekîtiya Ewropa û serxwebûn e

Piştî ku Brîtanya Mezin bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, li Skoçyaya alîgirê mayîna li nava yekîtiyê ye, rojeva sereke bû serxwebûn.

Li gelemperiya Brîtanyayê ji sedî 52 ê gel, ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê deng bi kar anî. Li Skoçyayê jî ji sedî 62 ê gel xwestibû, di nava yekîtiyê de bimîne. Piştî vê referandûmê, meseleya serxwebûnê careke din ket rojeva Skoçyayê.

Serokwezîr Nîcola Stûgeon ku endama Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ye û alîgira serxwebûnê ye, di nava hefteyek di ser referandûmê re derbas bû de, gelek caran daxwaza mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê bilêv kir. Stûrgeon çend roj berê li Brukselê bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker re rûniştibû.

Lê belê, heta ku Skoçya bi Brîtanya Mezin ve girêdayî be, ji aliyê hiqûqî ve zehmet e bi Yekîtiya Ewropayê ve bimîne. Hiqûqnasên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, eger hikûmeta navendî ya Brîtanyayê li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê mafê rêvebirinê bide Skoçyayê, wê ev yek pêkan be. Lê belê di wê baweriyê de ne, ku bicihanîna vê yekê zehmet e.

Serokwezîra Skoçyayê û partiya wê SNP dizanin ku bi mayîna li nava Brîtanya Mezin re nikarin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê. Lewma referandûmeke nû ya ji bo serxwebûnê tercîh dikin. Li gorî anketên dawî, rêjeya alîgirên serxwebûnê ku di sala 2014'an de ji sedî 40 bû, gihaştiye ji sedî 60'î.

Li aliyê din, biryara referandûmê ya sala 2014'an li Parlamenta Skoçyayê hatibû standin. Ji referandûmeke nû ya gengaz, pêwîstî bi erêkirina Londonê heye.