Aktorê navdar ê Îtalyanî Pedersolî jiyana xwe ji dest da
Aktor û komedyenê Îtalyanî Bûd Spencer, ku ji fîlmên 'Spagettî Wetern' xweş tê naskirin, di 84 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Aktor û komedyenê Îtalyanî Bûd Spencer, ku ji fîlmên 'Spagettî Wetern' xweş tê naskirin, di 84 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya rojnameya La Rebûbblîca, aktorê Îtalyanî yê navê wî yê rast Carlo Pedersolî ye, duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Kurê Pedersolî daxuyaniyek da û diyar kir, Bûd Spencer duh êvarê li Romayê wefat kiriye.
Carlo Pedersolî yê di sala 1929'an de li Napolî ji dayik bû, bi fîlmên Western dihat naskirin. Pedersolî tevî aktorekî din ê Îtalyanî Terence Hîll (Marîo Gîrottî) di gelek fîlmên Western-komendî de lîst. Pedersolî û Hîll bi hev re, di navbera salên 1959-1994'an de di 18 fîlman de lîstibûn.