Li Spanyayê, di hilbijartinên giştî yên duh de Partiya Gel (PP) careke din bû partiya yekemîn.
Partiya Gel rêjeya dengê xwe ji sedî 29'an derxist ji sedî 33'an. Di rêza duyemîn de Partiya Karker a Sosyalîst bi rêjeya ji sedî 22.6, di rêza sêyemîn de jî Unîdos Podemos bi rêjeya ji sedî 21'an cih girt.
Li gorî vê encamê, rewşa li meclîsê tê guhertin. Hejmara parlamenterên PP ji 123'an derket 137'an. Partiya ku herî zêde kêm kir, Partiya Welatiyan e.
Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) di rêza duyemîn de cih girt. Partiya ku dengê xwe li gorî hilbijartina bihurî zêde nekir, hejmara temsîla wê ya li meclîsê kêm bû. Lîderê PSOE Pedro Sanchez da xuyakirin, ku ji ber weke duyemîn mezintirîn partiya li welêt man e, ew kêfxweş in.
Di rêza sêyemîn de jî Unîdos Podemos cih digre. Dengên Podemos ji bendewariyan kêmtir bû. Lîderê partiyê Pablo Îglesîas diyar kir, ew ji ber vê encamê xemgîn e.
Partiya Welatiyan a bi polîtîkayên xwe yên lîberal tê naskirin, bi rêjeya ji sedî 13'an di rêza çaremîn de cih girt. Lîderê vê partiyê Albert Rîvera jî da xuyakirin, ku weke karê destpêkê, ji bo avakirina koalîsyonê ew ê bi Partiya Gel re hevdîtinan bikin.
Ji bo li meclîsa ji 350 kursiyî hikûmet bê avakirin, pêwîstî bi wergirtina 176 parlamenteran heye. Tê payîn, di rojên pêş de careke din di navbera partiyan de danûstandinên koalîsyonê destpê bikin.
Di vê hilbijartinê de ji sedî 51 ê hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Ev yek rêjeya herî kêm a dîroka demokrasiya Spanyayê ye.