Li Fransayê bi sed hezaran kes li dijî Qanûna Xebatê xwe bera nav kolanan dan
Li Fransayê li dijî qanûnên xespa mafan ên di Qanûna Xebatê de ku sibehê wê biçe Senatoyê, bi sed hezaran kesî xwe bera nav kuçe û kolanan dan.
Li Fransayê li dijî qanûnên xespa mafan ên di Qanûna Xebatê de ku sibehê wê biçe Senatoyê, bi sed hezaran kesî xwe bera nav kuçe û kolanan dan.
Di serî li Parîsê di gelek çalakiyên protestoyî de ku li bajaran pêk hatin, bi dehan kes hatin binçavkirin.
Beriya ku pêşnûmeya têkildarî Qanûna Xebatê de ku Partiya Sosyalîst (PS) bêyî li Meclîsa Netewî bide pejirandin , sibehî li Senatoyê were guftûgokirin bi bangewaziya sendîkayên navdar ên wekî CGT, UNEF, FSU Solîdaîres, FO çalakî hatin lidarxistin.
Ji ber sedema çalakiyên protestoyî û grêvan li gelek bajaran di seferên trên, otobus û tramvayan de arîşeyên mezin derketin û li gelek bajaran xwepêşandan pêk hatin. Çalakiya herî berfireh li paytext Parîsê pêk hat. Li gorî sendîkayan bi hindikayî 55 hezar kes û li gorî polîsan jî 15 hezar kes tevlî nav van çalakiyan bûne.
Kortêja meşa ku li meydana Bastîleyê destpêkirî gihişt heya Plac d’Italîeyê. Ji destpêka meşê ve pevçûnê di navbera gelek koman û polîsan da rû dan. Polîsan daxuyand ku bi hindikayî 30 kes hatine binçavkirin.
Bi banga sendîkayan ku dixwestin Qanûna Xebatê paş ve were kişîn, di serî de li Lyon, Nantes, Marsîlya, Rennes, Toulouse, Le Havre, Strasbourg û Grenoble li gelek bajaran çalakî pêk hatin.
Ji Adarê ve bi çalakiyên girseyî yên protestoyî dihate xwestin ku pêşnûmeya qanûnê paş ve were kişîn. Lê belê hikûmeta PS’ê û Serokkomara Françoîs Hollande xwe spartin xala 49.3 ya destûra bingehîn ku ev derfet dide pêşnûme beriya ku biçe Meclîsê dikare were pejirandin. Tê payîn ev pêşnûme ku gelek parlamenterên PS’ê û partiyên din ên çep ên li Meclîsê li dij in, li Senatoyê bi desteka partiyên rastgir ku li meclîsê xurt in, wê bi teqezî were pejirandin.