'Paketa Antî-Terorê' ya Elmanyayê hat qebûlkirin

'Paketa Antî-Terorê' ya li Elmanyayê, ku ji aliyê mûxalefetê ve bi tundê hat rexnekirin, di dengdana li Meclîsa Federal de hat qebûlkirin.

Li gorî vê paketê, agahiyên li ser welatiyan dikarin bi servîsên welatên biyanî ve bên parvekirin. Ev xal bi taybetî tê rexnekirin.

Yek ji tedbîrên di nava 'Paketa Antî-Terorê' de cih digire, xebata welatên Yekîtiya Ewropa û NATO'yê ya li ser şexsên weke 'gumanbar' bê binavkirin e. Li gorî vê yekê, wê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV), agahiyên li ser şexs û bûyeran li welatên partnerên xwe re parve bike.

Bi vê paketê ve, emrê herî biçûk ê mirovên li Elmanyayê lêkolîn dikarîbû der heqê wan de bê kirin, ji 16 daket 14 salî. Bi vî rengî tê xwestin, pêşî li tevlîbûna li nava rêxistinên çete yên Îslamî yên tund ên li welatên Sûriye û Iraqê were girtin.

Li gorî xaleke din a paketê, di dema kirîna xeta telefona destan de wê li nasnameyê were pirsîn.

Ev qanûn ji aliyê Partiya Çep (Dîe Lînke) û Keskan ve bi zimanekî tund tê rexnekirin. Mûxalefet dibêje, ev qanûn pêşî li azadiya mirovan digire û bi fikar e ku agahiyên taybet ên mirovên li Elmanyayê dijîn, 'belasebep' bi welatên biyanî re bên parvekirin.