Bernîe Sanders wê dengê xwe bide Clînton
Bernîe Sanders ê çepgir, tevî ku hê xwe ji namzetiya Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne kişandiye jî diyar kir, ew ê deng bide hevrika xwe Clînton.
Bernîe Sanders ê çepgir, tevî ku hê xwe ji namzetiya Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne kişandiye jî diyar kir, ew ê deng bide hevrika xwe Clînton.
Sanders, ku di pêşhilbijartinên li nava Partiya Demokrat heta kêliya dawî li hemberî Hîllary Clînton li ber da diyar kir, di hilbijartinên meha Mijdarê de ew ê dengê xwe bide Clînton.
Sanders yekemcar ragihand ku ew ê dengê xwe bide Clînton û destnîşan kir, ji bo têkçûna namzetê Partiya Komarparêzan Donald Trûmp ev yek pêwîst e.
Clînton ji bo di kongreya meha Tîrmehê de namzetiya wê bê erêkirin, di pêşhilbijartinan de hejmara têrker a delegeyan bi dest xistiye. Lê belê Bernîe Sanders ê ku hîn bêhtir li aliyê çep cih digire, ji bo hevsengiyên nava partiyê ber bi aliyê polîtîkayên çep ve bikişîne, hê bi awayekî fermî xwe ji namzetiyê venekişandiye.