Elmanya rêbazên lêgerîna li gazê ya bi frackîngê 'bi sînor' dike

Tevî daxwazên rêxistinên hawirdorê jî, Elmanya rêbaza lêgerîna li gaza xwezayî ya bi frackîngê bi temamî qedexe nake.

Partiyên yekîtiya Xiristiyan (CDU-CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ê koalîsyonê, li ser vê mijarê li hevkirin. Li gorî vê yekê, wê lêgerîn û peydakirina gaz û petrolê bi rêya bikaranîna ava û kîmyesalên giran, bê bisînorkirin. Yanî li hin herêman wê ji bo peydakirina madeyan rêbaza frackîngê bê bikaranîn, li hin herêman were bisînorkirin.

Li aliyê din li herêmên çavkaniyên avê yên binê erdê û germavê, lêgerîna li gazê yan jî petrolê bi temamî tê qedexekirin.

Tevî rêxistinên hawirdorparêz, partiğyên li mûxalefetê Dîe Lînke û Kesk jî dixwazin bikaranîna rêbaza frackîngê bi temamî were qedexekirin.