Li Îngilîstanê alîgirên Brexitê li ber serketinê ne

Li Îngilîstanê, di referandûma li ser mijara endametiya Yekîtiya Ewropayê de, dijberên yekîtiyê nêzî serketinê ne.

Ji 382 herêmên hilbijartinê, encamên 369 herêman diyar bûn. Li gorî vê yekê dijberên Yekîtiya Ewropayê 11 mîlyon deng bi dest xistin. Dijberan bi qasî 632 hezar deng ji alîgirên Yekîtiya Ewropayê zêdetir bi dest xistin û li ber serketinê ne.

Vê rêjeya zêde ya dengên dijberên Yekîtiya Ewropayê, buhayê Sterlînê Îngilîz li bazara navneteweyî ji sedî 7 kêm kir. Tê payîn, biryara Îngilîstanê ya qutbûna ji nava Yekîtiya Ewropayê wê bandoreke mezin li bazarê bike.