Serokwezîrê Îngilîstanê Cameron îstîfa dike!
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron, piştî ku di referandûmê de bi ser neket diyar kir, ew ê îstifa bike. Cameron destnîşan kir, ku wê di meha Cotmehê de dev ji karê xwe berde.
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron, piştî ku di referandûmê de bi ser neket diyar kir, ew ê îstifa bike. Cameron destnîşan kir, ku wê di meha Cotmehê de dev ji karê xwe berde.
Serokwezîrê Îngilîstanê Cameron da xuyakirin, ku ew ê îstifa bike.
De referandûma dîrokî ya Îngilîstanê de dijberê Yekîtiya Ewropayê (YE) bi ser ketin. Li gorî vê encamê wê Îngilîstan ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve.
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron, piştî ku di referandûmê de bi ser neket diyar kir, ew ê îstifa bike. Cameron destnîşan kir, ku wê di meha Cotmehê de dev ji karê xwe berde.
Cameron ji rojnamevanan re wiha axivî:
"Di vê rêya nû ya welatê me de, ez rast nabînim ku serkêşiyê bikim. Wê pêwîstî bi lîderiyeke nû hebe. Heta Kongreya Partiya Mûxafazakar a meha Cotmehê divê namzetê nû yê Serokwezaretiyê bê diyarkirin û danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê re piştî hilbijartina Serokwezîrê nû destpê bikin. Gelê Qraliyeta Yekbûyî biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve û divê hurmet ji vê biryarê re bê nîşandan. Ez, yên kampanya veqetînê meşandin pîroz dikim. Pêwîste ev biryar sivik neyê dîtin û li gorî daxwaza gel gav bên avêtin. Li gelemperiya cîhanê, gelek kesan biryara Qraliyeta Yekbûyî şopandin. Ez baweriyê didim bazaran û karsazên razemeniyê dikin; bingeha aboriya Qraliyeta Yekbûyî zexm e. Di xizmetê û serbestiya gera mirovan û malan de wê ti guhertin nebe. Di danûstandina de beriya her tiştî pêwîstî bi lîderiyeke xurt heye."