Li peravên Îtalyayê 5 hezar penaber hatin rizgarkirin
Hat ragihandin, 5 hezar penaberên hewl didan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Îtalyayê hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan, ji van penaberan herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin, 5 hezar penaberên hewl didan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Îtalyayê hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan, ji van penaberan herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê ve hat weşandin, ji bo bi hezaran penaberên xwestin xwe bigihînin welatê wan, duh 43 operasyonên rizgarkirinê hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, bi qasî 5 hezar penaber hatine rizgarkirin û di 40 operasyonan de penaberên li ser botên plastîk hatine rizgarkirin. Her wiha hat ragihandin, ku hin ji van penaberan jî bi 3 keştiyan bi rê ketine.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), penaber di nava panîkeke mezin de ne. Ji rêveberên MSF'ê Sebastîan Steîn, hin ji penaberên çav li keştiyên rizgarkirinê ketine, xwe avêtine nava avê.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di navbera 1'ê Çileyê-19'ê Hezîranê de bi qasî 56 hezar 200 penaberan xwe gihandine Îtalyayê. Di raporeke din a UNHCR a çend hefte beriya niha hat weşandin de hatibû ragihandin, ku ji destpêka sala 2014'an û vir ve 10 hezar penaber li Derya Spî xeniqîn e.
Ji van penaberan 2 hezar 800 kes di nava vê salê de jiyana xwe ji dest dan.