El Şebap êrîşî Mogadîşû kir: 15 kuştî
Hat diyarkirin ku di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya li hember Otela Nasa-Hablod a li Mogadîşû ya paytexta Somaliyê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya li hember Otela Nasa-Hablod a li Mogadîşû ya paytexta Somaliyê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûne.
Serheng Mûhammed Abdûlkadîr anî ziman ku piraniya kesên di êrîşê de hatine kuştin ew kesên ku digeriyan û ji dikanan tişt dikirîn bûn.
Rayedarên ewlekariyê Serpel Mohamed Nûsseîn jî da zanîn ku êrîşkaran li pişt dîwarên hatine hilweşandin çeper danîne û hê jî şer didomin.
Husseîn ragihand ku êrîşkaran di hindirê avahiyê de komek kes jî dîl girtine, sekvanên girêdayî koma êrîşkar jî li ser avahiyê bi cih bûne, yên din jî li qata duyemîn in, ji bo ku hêzên ewlekariyê xwe negihînin wan bombeyên destan û çekên otomotîk bi kar tînin.