Li Hindîstanê şilî û şape: Brûsk li 93 kesan ket
Li Hindîstanê şilî û şape di van rojên dawî de ranawestiya û heta niha 93 kes ji ber ku brûsk li wan ket, mirin.
Li Hindîstanê şilî û şape di van rojên dawî de ranawestiya û heta niha 93 kes ji ber ku brûsk li wan ket, mirin.
Li eyaleta Biharê ya ku lê barana musonê destpêkirî, di encama lêdana brûskê de piraniya wan jin û zarok 56 kes mirin. Di daxuyaniya ku ji hêla Rêveberiya Bobelatê ya Eyaletê ve hate dayin de, hate diyarkirin ku 28 kes jî birîndar bûne.
Li eyaletên Pradesh, Jharkand ve Madhya Pradeshê ku şilî lê zêde ye, ji ber sedema ketina brûskê bi giştî 37 kes mirin.
Diyar bû ku piraniya kesên ku mirine jin û zarok bûn ku li beşên bejî ku bi karûbarê çandiniyê ve mijûl dibûn.