Îdîaya ku, ‘’Tirkiyê serlêdana musteşarê Elman a li Încîrlikê qedexe kiriye’’

Li gorî îdîaya Spîegel Onlîne,Tirkiyê destûr nedaye ku Musteşarê Wezareta Parastina Elmanya seriyekî bide Baregeha Hewayî ya Incîrlîkê.

Piştî ku 2’yê Hezîranê pêşnûmeya ku Jenosîda Ermenan li Meclîsa Federal hate nasîn, tê gotin ku rageşiya dîplomatîk a di navbera Tirkiyê û Elmanyayê de didome. Li gorî îdîaya Spîegel Onlîneyê, destûr nehatiye dayin ku Musteşarê Wezareta Parastina Elmanya seriyekî bide Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê.

Li gorî îdîayê Musteşarê Wezareta Parastinê, Ralf Baruksîepe, plan dikir ku nîvê Tirmehê seriyekî bide Încîrlikê ku yekîneyên hewayî yên Elman li Sûriyeyê û Iraqê li dijî DAÎŞ’ê keşf dikirin. Lê plansaziya ku Brauksîepe dixwest beriya serdana yekîniyên li Kuweyt û Qetarê biçe Încîrlikê, bi agahdarkirineke devkî ya ji alî meqamên Tirk ve hate qedexekirin.

Tê gotin ku sedema destûr nedane vê serdana Încîrlikê ku Musteşarê Elman dixwest bi parlamenterên Meclîsa Fedaral biçin, nasîna Jenosîda Ermenan e.

Tê gotin qedexe piştî ku ji hêla general Dîeter Warnecke ve agahî ji bo Komîsyona Parastina Meclîsa Federal hate dayîn, derketiye.  Di nûçeya Spîegelê de jî gotina Warnecke cih girt ku digot, meqamên Tirk pêşnûmeya Jenosîda Ermenen kirine hinceta vê qedexeyê.

Her wiha hate gotin ku maqamên Tirkan gotine,’ ne pirsgirêk e ku leşkerên Elman seriyekî bide baregehên leşkerî’’,  lê ew ‘’naxwazin polîtîkavan’’ biçine wir.

Meqamên Tirk herî dawî qedexe danîbû ku rojnamevanên Elman biçin gel yekîneyên leşkerî yên li Baregeha Încîrlîkê.

Her wiha her çiqasî tevlî dengdana pêşnûmeya li Meclîsa Federal nebibûn jî kampanyayeke lîncê û pirnisandinê li dijî wekîlên ji Tirkiyê hatibû destpêkirin.