Çalakiya herî mezin a di pêşengtiya CGT’ê de li dijî Qanûna Xebatê wê sibehê li seranserî welêt bê lidarxistin, li Parîsê ye. Wezareta Karên Hundir, biryara qedexekirina meşa li Parîsê girtibû, lê li ser bertekên hem ji sendîkayan hem jî ji nav Partiya Sosyalîst (PS) bi xwe, şûnde gav avêt.
Piştî muzakereyan, li hev hate kirin ku çalakiya Parîsê ya sibehê li ser rêkek hê kurttir bê lidarxistin.
Li dijî biryara qedexeyê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve hatibû girtin, ji bilî PS’ê, ji partiyên komunîst, ekolojîst û çepgir jî bertek bariyabûn.
Meşa li Parîsê wê ji Qada Bastîlle destpê bike. Ji ser Pavîllon de I’Arsenalê dîsa vegere Bastîlleyê û li vir wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.