MSF: Li kampên penaberan ên li Nîjeryayê birçîbûn û nexweşî der bûne
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li kampên bi deh hezaran penaberên ji Boko Haram reviyan e lê dimînin, nexweşî der bûne û mirov dimirin.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li kampên bi deh hezaran penaberên ji Boko Haram reviyan e lê dimînin, nexweşî der bûne û mirov dimirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kampa penaberan a li Bama ya li eyaleta Bornoyê, ku MSF'ê alîkarî jê re bir û hat ragihandin, di nava meha dawî de 188 penaberan jiyana xwe ji dest dane. MSF'ê diyar kir, li vê kampa 24 hezar penaber ku 15 hezar jê zarok in lê dimînin, mirov di nava şert û mercên gelekî nebaş de dijîn.
Li gorî daxuyaniyê, ji sedî 19 ê 800 zarokên MSF'ê mûeyena wan kiriye, bi pirsgirêkên giran ên ji ber xwarinê re rû bi rû ne. Hat gotin, bi dehan kes jî, ku li ber mirinê bûn rakirine nexweşxaneye.
MSF'ê da zanîn, di nava meha dawî de piraniya wan zarok 188 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir sedemên bingehîn ên mirinê jî dîarre û tîbûn e. Her wiha hat ragihandin, gorên 1.233 kesên par jiyana xwe ji dest dan hatine tespîtkirin û 480 ji van ên zarokan e.
Li gorî agahiyên ji aliyê saziya alîkariyê ve hatin dayîn, li kampên penaberan her roj ji ber birçîbûnê zarok jiyana xwe ji dest didin.
Ji komkujiyên çeteyên Boko Haram li Nîjerya û welatên cîran dike, bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.