NÛ BÛ

Encama referandûmê: Îngilîstan ji nava YE derdikeve

Li gorî encamên ne fermî yên referandûma dîrokî ya li Îngilîstanê, dijberên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi ser ketin. Li gorî vê encamê Îngilîstan ji nava Yekîtiya Ewropayê derdikeve.

Li gorî encamên destpêkê yên referandûma li 382 herêmên hilbijartinê ên Îngilîstanê, alîgirên 'Ji Yekîtiya Ewropayê veqete (Brexit)' ji sedî 51,8 ê dengan standin. Rêjeya dengê alîgirên mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 48,2 ye.

Li gorî van encamên ne fermî, Îngilîstan ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derdikeve.

Di referandûmê de li Skoçyayê ji sedî 62 li hemberî ji sedî 38, li Îrlanda Bakur ji sedî 56 li hemberî ji sedî 44 deng ji bo mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn. Li Gallerê jî dijberên Yekîtiya Ewropayê bi ser ketin. Di hilbijartinên li Gallerê de ji sedî 52,5 ê hilbijêran xwestin ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Ji sedî 47.5 jî xwestin li nava yekîtiyê bimînin.

Hat ragihandin, rêjeya tevlîbûna li referandûmê ji sedî 72.2 ye. Ji 46.5 mîlyon hilbijêrên qeydkirî, 33 mîlyon 568 hezar 184 dengên derbasdar hatin bikaranîn.

BUHAYÊ STERLÎN KÊM BÛ

Ji ber vê encamê, buhayê Sterlînê Îngilîz ê li bazara navneteweyî ji sedî 7 kêm bû. Tê payîn, biryara Îngilîstanê ya qutbûna ji nava Yekîtiya Ewropayê wê bandoreke mezin li bazarê bike.