Norwêç bi armanca ku li dijî DAÎŞ’ê şer bike wê hêza komandoyên taybet bişîne

Komîsyona Parastin û Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Norwêçê, îro li civîna ku li pey deriyê girtî hatî kirin biryar da ku bi armanca li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike,hêzeke taybet a komandoyê bişîne Sûriyeyê.

Biryara ku hatî dayin, dihate hêvîkirin ku payizê li parlamentoyê bihatana guftûgokirin û dengdan. Wezîrê Parastinê yê Norwêçê Îne Erîksen Soreîde got, ji ber ku li Sûriyeyê, li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke serkeftî didome, wan pêvajoya biryardayinê anîne pêş.

Soreîde, ji Rojnameya Verdens Gang a Norwêçê re got, hêzên taybet ku wê ji bo Urdunê werin şandin, wê peywira hîndekarî, perwerdehî û şêwirmendiyê bikin û ku hewce kir wê têkevin nav axa Sûriyeyê û tevlî operasyonan jî bibin.

Tê plankirin ku hêza taybet a komando(FSK) ya di bin banê artêşa Norwêçê de, ku ji 60 kesî pêk tê, havînî li Urdunê be.