Biryarnameya koçberiyê ya Obama wê nikaribe bikeve meriyetê

Yek ji projeyên herî girîng ê Serokê DYA Barack Obama ku wê di sala pêş de wezîfeya xwe radest bike, Qanûna Koçberiyê ye. Lê belê dadgerî li pêşiya vê qanûnê bû asteng.

Dadgeha Bilind a DYA, biryarnameya Obama ya ku mafê mayînê dide bi mîlyonan koçberan lê belê ji aliyê dadgeheke Teksasê ve beriya niha hatibû betalkirin, pêşkêşî dengdanê kir. Di vê dengdanê de Dadgeha Bilind bêbiryar ma.

Dadgeha Bilind a Federal a li Washîngtonê, biryarnameya ku zêdeyî 4 mîlyon koçberan eleqedar dike, xist rojeva xwe. Lê belê li hemberî çar dengan bi çar dengan biryar derneket. Ji ber vê bêbiryariyê, wê biryara betalkirinê ya beriya niha ji aliyê dadgeheke li Teksasê ve hatibû wergirtin, derbasdar be.

Li gorî bernameya bi navê DACA ya ji aliyê rêveberiya Obama ve hat amadekirin, ji bo mirovên di emrê zarokatiyê de hatine DYA û ji sala 2007'an û vir ve li vî welatî ne, mafê mayînê dihat dayîn.

Li gorî vê bernameyê, mirovên ti sûc nekiribin, di nava hin şert û mercan de derfetên mayîn û kar jê re dihat dayîn.

Yek ji sozên girîng ên Obama, guhertina Qanûna Koçberiyê bû. Lê belê ev yek ji aliyê Partiya Komarparêz a li Kongreyê serdest e, hatibû astengkirin. Obama jî li ser vê yekê xwestibû qanûnê bi rêya biryarnameya serokatiyê bixe meriyetê.

Lê belê dadgerekî li Teksasê ev biryarname seknandibû û mijar biribû ber destê Dadgeha Bilind.