Li Parzemîna Kevnar erdheja ‘Brexît’ê: Yekîtiya Ewropayê li rêyekê digere
Yekîtiya Ewropayê ji mêj ve ye ku xitimî ye. Li gorî hinan erdheja Brexîtê ji bo ku Yekîtiya Ewropa dîsa were zîndîkirin delîveyek e.
Yekîtiya Ewropayê ji mêj ve ye ku xitimî ye. Li gorî hinan erdheja Brexîtê ji bo ku Yekîtiya Ewropa dîsa were zîndîkirin delîveyek e.
Li Parzemîna Kevnar erdheja Brexîtê çêbû. Hin jê dibêjin: ‘’Dawî li YE’ê xuya bû.’’
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claude Juncker, bi gotineke sar got,’’na!’’
Lê belê hewayeke bi mij û moran heye. Daxuyaniyên çapemeniyê kin tên birîn. Dema ku bersivê didin dikumkumînin.
Biryara Qralîyeta Yekbûyî ya derketina ji Yektitiya Ewropayê ya bi rêya referandomê di 23’yê Hezîranê de bi gelek faktoran tê vegotin.
Krîzên giran ên aborî, bi krîza Sûrıye re pêla koçkirinê ya bê mînak, dijberiya li Yekitiya Ewropayê û globalîzm…
Lê belê Yekîtiya Ewropa ev ji mêj ve bû xitimî bû. Li gorî hinan jî erdheja Brexîtê ji bo ku Yekîtiya Ewropa dîsa were zîndîkirin delîveyek e.
LI GORÎ FRANSAYÊ EV FERSENDEK E
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande fersend ji dest berneda û got: ‘’Îro dîrokê li deriyê me daye, tiştên ku têne jiyîn ji sivikbûna Ewropayê ye.’’
Hollade di rewşeke pêkan de ku Ewropa were zindîkirin, dixwaze Fransayê têxe navenda wê de.
Lê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ku Duşemê wê bi Hollande re hevdîtinikê bike dixwaze hinekî wext ji xwe re bibîne.
MERKEL JI XWE RE LI WEXT DIGERE
Merkel got, ‘’Îro rawestgehek e ji bo Ewropayê û yekbûnê.’’
Piştî derketina Ingilîstanê ya ji YE’yê hin şîrove ku dibêjin hegemonyaya Almanyayê ya li ser YE’yê wê zêdetir bibe.
Derdorên Serokkomariyya Fransaeyê bal dikişînin ser wê ku vê carê Parîs Berlînê tehf dide û Berlîn dixwaze hinekî wext ji xwe re bibîne.
Hollande got, ‘’Ewropa divê projeyan raber bike, di nav proseduran de divê xwe ji bîr neke. Divê ji hêla hemwelatiyan ve were fêhmkirin û were kontrolkirin.’’
DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEBÛ
Piştî ku Qralîyeta Yekbûyî ji YE’yê re got, na, ji her alî ve derî li serdemeke nû vekir. Li hemû deverên Ewropayê dijberên Ewropayê û alîgirên wê ketin nav lêgerînên nû.
Li Qralîyeta Yekbûyî Skoçî, li Kanadayê Quêbecler, li Spanyayê Katalanî Brexîtî weke peyameke eşkere ya serxwebûnê dibînin.
Skoçya ku ji bo di nav YE’yê de bimîne dend dayî, ji bo ku cihê xwe yên di YE’yê de bipareze demildest xwest ku bi Brukselê re hevdîtinê pêk bîne.
WEZÎRÊN ITALÎ: KU ÇAV BI POLÎTÎKAYAN NEYÊ XISTIN RÎSKA FEŞKILÎNÊ HEYE
Wezîrên Italî bang kir ku YE çav bi polîtîkayên xwe bixe. Heke wiha neke rîska feşkilînê heye.
Wezîrê Darayiyê yê Îtalyayê Pîer Carol Padoan ji rojnameya Corrîere della Sera re axivî û got,’’Tişta ku qet bi bîra me dihat dike ku pêk were.’’
Brexîtê li ser borsayan jî giraniya xwe nîşan da. Borsa 24’ê Hezîranê li tevahiya dinyayê pir paş ve çû.
Dema ku hê jî encamên ku Brexîtên bi xwe re anîn û wê hê jî bi xwe re bînin berdewam in, niha jî dêhn û bal çûye ser pêvajoya derketina ji YE’yê ya Qralîyeta Yekbûyî.
ŞEŞ DEWLETÊN DAMEZIRÎNER ÊN YE’YÊ LI BERLÎNÊ CIVIYAN
Dewletên damezirîner ên Ewropayê bi vê mebestê li hev civiyan. Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Almanya, Îtalya, Belçîka, Hollanda û Luksemburgê xwe amade dikin, ji tevgera Qraltiya Yekbûyî re.
Wezîrên Karê Derve yê Almanyyê Frank- Walter Steînmeîer, got, şeş dewletên damezirîner dixwazin di demeke kurt de pêvajoya derketina Qraliyeta Yekbûyî ya ji Yekitiya Ewropayê dest pê bike.