Hevpeymana dîrokî ya agirbestê hate îmzekirin
Mabeyna FARC û hikûmeta Kolombiya de hevpeymana agirbestê ya ku şerê bû sedema mirina zêdetirî 220 hezaran mirovî û zêdetirî 7 mîlyon mirov ji cih û warên wan kirin bi dawî dike hate îmzekirin.
Mabeyna FARC û hikûmeta Kolombiya de hevpeymana agirbestê ya ku şerê bû sedema mirina zêdetirî 220 hezaran mirovî û zêdetirî 7 mîlyon mirov ji cih û warên wan kirin bi dawî dike hate îmzekirin.
Di dawiya hevdîtinên navbera Yekîneyên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmeta Kolombiya de hevpeymana agirbestê hate îmzekirin û ev ji aliyê Lîderê FARC’ê Rodrîgo Londono yê bi nasnav ‘Tîmochenko’ û Serokê Dewleta Kolombiyayê Jûan Manûel Santos ve hat ragihandin.
Bi vê hevpeymana agirbestê ve, êdî pêşî li Hevpeymana Aştiyê ya ku muzakereyên wê 3 sal û nîvan dewam kir vekir. Ji merasîma îmzekirina hevpeyamana mabeyna lîderê FARC’ê û Serokê Dewleta Kolombiya re Lîderê Kubayê Raûl Castro mahzûbantî kir.
Li gor hevpeymanê, gerîlayên FARC’ê wê çekan bi kar nîne û ji bo ewlehiya wan jî wê tevdîrên pêwîst bi cih bê anîn. Lê, pêvajoya ku ji bo gerîla yê ku hejmara wan herî kêm 8 hezar in bi temamî çekan dînin jî wê piştî Hevpeymana Aştiyê destpê bike.
Bi muzakereyên ji sala 2012’an destpê kir ve hedef ew e ku şerê ji 1964’an ve bûye sedema mirina 220 hezar kesan û 6.5 mîlyon kes ji cih û warên wan kirine bi dawî bibe.
Di çarçoveya muzakereyên ji bo hevpeymana aştiya mayinde de, li ser paqijkirina mayinan, kesên ku ji cih û warên xwe bûne vegerên ser axa xwe, tazmîna zirarên maxdûran, darizandina sûcdarên şer, pêşîlêgirtina trafîka madeyên hişbir lihevkirinek pêk hatiye.