Di şerê li Yemenê de herî kêm 33 kes mirin
Li Yemenê, ji danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî hê ti encam derneketiye. Di şerê duh de bi dehan kes mirin.
Li Yemenê, ji danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî hê ti encam derneketiye. Di şerê duh de bi dehan kes mirin.
Hat ragihandin, di şerê duh ê navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr El Hadî û milîsên Hûsî de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine bidestxistin, li bajarê El Cafvê yekîneyên artêşê bersiv dane êrîşa milîsên Hûsî. Her wiha hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, dest li êrîşê werdan e.
Hat ragihandin, di şerê li El Cafv de tevî 13 milîsên Hûsî 8 endamên artêşê jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Bayhan ê li başûr jî 3 milîsên Hûsî hatin kuştin.
Di şerê li bajarê Taîz ê li başûrrojava de, 6 milîsên Hûsî û 3 endamên artêşê jiyana xwe ji dest dan.
Şerê navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Mansûr El Hadî û milîsên Hûsî yên Şîa, di Adara par de destpê kiribûn û koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan dest li şer werda bû. Di vî şerê navxweyî de heta niha bi qasî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo qedandina vî şerî ji 11'ê Nîsanê û vir ve agirbest di meriyetê de ye, lê alî li gorî agirbestê tevnagerin.
Danûstandinên ji bo qedandina şer jî hê li Qûweytê didomin.