Li DYA, Demokratan li Meclîsê qanûna çekan protesto kirin

Li DYA, Komarparêzan pêşî li dijwarkirina şert û mercên bidestxistina çekan girtin. Demokratan li hemberî vê yekê, li Meclîsa Nûneran çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), her sal bi hezaran kes bi çekan tên kuştin. Partiya Demokrat dixwazin şert û mercên peydakirina çekan bên girankirin. Komek ji parlamenteran a bi pêşengiya John Lewîs ku bi têkoşîna xwe ya li dijî bikaranîna çekan tê naskirin, helwesta Partiya Komarparêz a li Meclîsa Nûneran nîşan da, şermezar kir.

Li hemberî dijderketina Partiya Komarparêz a li astengkirina firotina çekan, Lewîs daxuyaniyek da û got, "Gelo, heta ku em her tiştî bikin wê rondik ji çavên çend dayikan, çend bavan bibarin?"

Li bajarê Orlando yê eyaleta Florîda ya DYA'yê, çeteyekî endamê DAIŞ'ê di 12'ê Hezîranê de êrîşek kiribû û 49 kes qetil kiribû. Piştî vê komkujiyê, qanûnên li ser peydakirin û wergirtina çekan ji nû ve ketibûn rojevê. Ji ber êrîşên çekdarî her sal li DYA bi qasî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.