Li Brîtanyayê gel li ser endametiya YE dengê xwe bi kar tîne

Li Brîtanya Mezin, gel li ser endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) îro dengê xwe bi kar tîne. Di anketên dawî yên li ser referandûmê de rêjeya dengan a alîgir û dijberên Yekîtiya Ewropayê nêzî hev bû.

Li Brîtanyayê, di referandûma li ser endametiya Yekîtiya Ewropayê de 46,5 mîlyon hilbijêr îro diçin ser sindoqan. Di anketên li ser referandûmê de, encamên ji hev cuda, lê nêzî hev derdiketin. Li gorî anketa Opînîûm a li ser înternetê bi 3 hezar kesî re hat kirin, rêjeya alîgirên YE ji sedî 44, rêjeya dijberan jî ji sedî 45 bû.

Li gorî anketeke din a ji aliyê TNS ve hat kirin, rêjeya dijberên YE ji sedî 43, rêjeya alîgirên YE ji sedî 41 hat tespîtkirin.

Di anketa Opînîûm de rêjeya hilbijêrên bêbiryar ji sedî 9, di anketa TNS de jî ev rêje ji sedî 16 bû.

Li gorî anketa YouGov ji sedî 51 ê hilbijêran dixwazin Brîtanya di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin.