Bandora Brexitê li Ewropayê

Biryara Îngilîstanê ya qutbûna ji Yekîtiya Ewropayê, bandoreke mezin li Ewropayê kir.

Daxuyaniya destpêkê ya li ser referandûmê ji Elmanyayê hat.

'JI BO EWROPAYÊ, ROJEKE XEMGÎN E'

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer got, "Ji bo Ewropayê rojeke xemgîn e". Steînmeîer da xuyakirin, ku agahiyên ji Îngilîstanê tên, neyînî ye û wan pê dêşîne.

RASTGIRÊN LI HOLLANDA Û FRANSAYÊ KETIN NAVA TEVGERÊ

Lîderê Partiya Azadiyê ya rastgiriya tund a Hollandayê Geert Wîlders jî banga qutbûna welatê wî ji nava Yekîtiya Ewropayê kir û got, "Mafê Hollandayiyan e dengdanê li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bike. Partiya Azadiyê NExitê dixwaze. Em dixwazin welatê xwe, pereyê xwe, sînorên xwe û polîtîkaya xwe ya koçberiyê bi xwe bi rê ve bibin."

Lîdera rastgiriya tund a Fransayê Marîne Le Pen jî pêşniyara qutbûna Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê kir û got "Dema Frexitê hatiye."