FARC û hikûmetê li ser agirbestê li hev kirin

Li Kolombiyayê, hewldanên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 50 salan bi pêş de diçin. Hat ragihandin, di danûstandinên navbera FARC û hikûmetê de ji bo agirbesteke mayînde li hev hatiye kirin. Agirbest wê îro bê îmzekirin.

Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand. Di vê daxuyaniyê de hat gotin, 'êdî roja dawî ya şer e' û hat ragihandin, wan li hev kirine ji bo çek bi temamî bêdeng bibin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo şerê li hemberî yekîneyên artêşê bê qedandin, FARC'ê wezîfeya xwe bi cih aniye.

Li gorî vê lihevkirinê, gerîlayên FARC'ê wê çekên xwe deyne û ji bo ewlekariyê wê tedbîr werin girtin.

Di çarçoveya lihevkirina li paytexta Kuba Havanayê hat kirin de, tê payîn peymana agirbestê îro ji aliyê Serokdewlet Jûan Manûel Santos û Fermandarê FARC'ê Rodrîgo Londono ve bê îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê ya li Havana de, wê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon û rayedarên Kuba û Norwêcî jî amade bin.

Danûstandinên navbera FARC û hikûmetê, ji sala 2012'an û vir ve dewam dikin. Bi rêya van danûstandinan hewl tê dayîn, şerê navxweyî yê ji sala 1964'an û vir ve diqewime, ku di encamê de 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û 6,5 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn, bê qedandin.