Artêşa Lîbyayê: Sîrte wê di nava çend rojan de rizgar bibe
Li Lîbyayê, ku 'hikûmeta yekîtiya neteweyî' beriya çend mehan dest bi kar kir, kêm ma ye bajarê Sîrte yê di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de ye bê rizgarkirin.
Li Lîbyayê, ku 'hikûmeta yekîtiya neteweyî' beriya çend mehan dest bi kar kir, kêm ma ye bajarê Sîrte yê di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de ye bê rizgarkirin.
Piştî ku Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Faîz Sîrac dest bi wezîfeyê kir, yekîneyên artêşê û hêzên din lez da operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ'ê.
Operasyona li hemberî bajarê Sîrteyê, hem ji bejahî hem jî ji deryayê ve tê meşandin. Yekîneyên leşkerî ji aliyê deryayê ve dor li Sîrte girtine û êdî derfetên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo revê nema ne.
Berdevkê artêşê Mûhammed Gasrî li ser operasyonan agahî da û anî ziman, wan xwe gihandine bajêr û bajar wê di nava çend rojan de bi temamî rizgar bibe. Berdevk ragihand, ji hewayê jî derb li çeteyên DAIŞ'ê tê xistin û gelek çete hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji rewşa kaosê ya ji ber hebûna du hikûmetan sûd wergirt û di sala 2015'an de li Lîbyayê herêmên dagir kir, berfireh kir. Çeteyan şerîda peravê ya ji 200 kîlometreyî ya li nava Sîrteyê dagir kiribûn.