Li Elmanyayê serlêdanên 460 hezar penaberan hînê bi encam nebûne

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF) ve hatin weşandin, beşeke girîng a penaberên par hatin Elmanyayê, serlêdana penaberiyê kirin.

BAMF'ê diyar kir, hejmara penaberên di nava 5 mehên îsal de hatine welêt û li sîstema bi navê EASY navê wan hatine qeykirin, 206 hezar e. Hat ragihandin, hejmara serlêdanên mafê penaberiyê yên di heman demê de hatine kirin, 310 hezar e. Hat gotin, sedema ve cudahiyê jî serlêdana penaberên par hatine û îsal serlêdan kirin e.

Di meha Gulanê de 56 hezar serlêdanên ji bo mafê penaberiyê hatin kirin. Ev rêje, li gorî meha Nîsanê di asta ji sedî 113 de zêde ye. Her wiha li gorî par jî ji sedî 118 zêde bûye. Di nava mirovên di meha Gulanê de serlêdan kirine, 21 hezar 600 penaberên ji Sûriyeyê, 9 hezar 100 ji Afganîstanê û 8 hezar 350 jî penaberên ji Iraqê ne.

Di nava 205 hezar kesên îsal hatin welêt de, 71 hezar ji Sûriyeyê ne. 36 hezar 750 ji Iraqê, 36 hezar 640 jî ji Afganîstanê ne.

BAMF'ê ragihand, di nava meha Gulanê de li ser serlêdana 36 hezar kesî biryar hat dayîn û mafê penaberiyê ji 21 hezar kesî re hat dayîn.