Li Derya Spî di nava 2,5 salan de zêdeyî 10 hezar penaber mirin

Li Derya Spî, ku penaber ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê mirinê didin ber çavên xwe û hewl didin jê derbas bibin, bîlançoya binavbûna keştî û botan gelekî giran e.

Li gorî daneyên UNHCR, di nava 2,5 salan de li Derya Spî zêdeyî 10 hezar penaberan jiyana xwe ji dest dan. Rêjeya mirovên îsal jiyana xwe ji dest dane, ji sedî 40 zêde bûye.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka sala 2014'an û vir ve, hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, 10 hezar derbas kiriye.

Di sala 2014'an de 3 hezar 500 penaberan nikarîbûn ji Derya Spî derbas bibin. Ev hejmar di sala 2015'an de bû 3 hezar 771 kes.

Li gorî UNHCR, mirina penaberan li Derya Spî, ji destpêka sala 2016'an ve gelekî zêde bûye. Di karesatên ji 1'ê Çileyê û vir ve diqewime de, tê texmînkirin ku 2 hezar 814 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman mehên par, zêdeyî hezar penaber mirin e.

Wekî din, li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ji destpêka sala 2016'an û vir ve 2 hezar 809 penaberan li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane. IOM'ê dabû xuyakirin, ku ev hejmar di şeş mehên destpêkê yên par de hezar 838 bû. 

Li gorî daxuyaniya IOM'ê bi tenê roja Înê ji ber binavbûna keştiya li nêzî Girava Gîrîtê ji 650 penaberan bi tenê 3380 ji wan hatibû rizgarkirin.