Euro 2016 bi çalakiyan û tedbîrên ewlekariyê destpê dike

Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016) li Fransayê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê destpê dike.

Tevî 10 bajarên maçên şampiyoniyê lê werin lîstin, li cihên vekirî yên futbolhez bi awayekî komî li maçan temaşe bikin, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Tê payîn, grevên hînê dewam dikin bandoreke neyînî li tûrnûvaya şampiyoniyê bikin.

Euro 2016, ku Fransa jê re malovaniyê dike, ê îro danê êvarê bi maça navbera Fransa-Romanyayê destpê bike. Duh êvarê li Champs-de-Mars a ku Kûleya Eyfelê jî lê ye, pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li Fransayê, tevî çalakiyên xebatkarên şîrketa rêyên hesinî SNCF, xwepêşandanên li dijî Qanûna Kar jî dewam dike. Tê payîn ev çalakî bandoreke neyînî li çûn û hatine mirovan a li maçên futbolê bike. Li vî welatî, tedbîrên ewlekariyê di asta herî bilind de ne. Serokkomar Françoîs Hollande da xuyakirin, tevî grevan jî 'tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst' hatine girtin. Hejmara seferên trenan ên li komunên maçên futbolê lê werin lîstin hatin zêdekirin.

Li 10 stadyûman wê bi giştî 51 maç werin lîstin. Ewlekariya van maçan jî wê ji aliyê 10 hezar hêzên ewlekariyê ve bê kirin. Her wiha ji bo parastina herêmên vekirî yên li gelek bajarên mezin (fans zone), 77 hezar jê polîs û jenderme wê zêdeyî 90 hezar personelên ewlekariyê wezîfeyê bikin.

'Rewşa Lezgîn' ku beriya niha ji ber komkujiya DAIŞ'ê li Parîsê kir hat ragihandin, wê di dema şampiyoniyê de jî dewam bike. Di vê çarçoveyê de tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor hatin zêdekirin.

Çav li rê ye ji gelek welatan alîgir tevlî Euro 2016'an bibin. Ji bo welatiyên tevlî şampiyoniyayê bibin, hişyarî hat kirin ku hay ji xwe hebin.