N-TV: Penaberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerin

Nûçegihanê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê yê N-TV Elmanya Issîo Ehrîch Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, yên par xwe li Elmanyayê girtin û niha poşman bûne, xist rojevê.

Li gorî daneyên IOM, bi hezaran mirovên ji Başûrê Kurdistanê yên bi gelek soz û bendewariyan ahtin Ewropayê, serî li bernameyên vegerê dane.

Nûçegihanê N-TV Ehrîch, ku roja Pêncşemê çîroka malbata Hadî ya Êzidî nîşan da, duh jî bal kişand ser serpêhatiya Elmanyayê ya Hankaw Mûhammed ê 26 salî, ku bi poşmaniyê qediya ye.

Mûhammed da xuyakirin, ku 'ji bo jiyaneke baştir' wê dest j hevjîn û malbata xwe berdaye û hatiye Elmanyayê. Mûhammed diyar kir, ew cara ewilî dema bota li siwar bûbûn li Derya Egeyê benzîna wê xilas bû, poşman bûye. Mûhammed anî ziman, wî hemû pere û derfetên xwe ji bo vê rêwîtiyê xerc kir û bi zorê xwe gihand Elmanyayê Mûhammed destnîşan kir, ku zor û zehmetiyên li paytext Berlînê derketine pêşiya wî, di asta herî bilind de ew poşman kiriye.

Hankaw Mûhammed da zanîn, ew li pêşiya Daîray Alîkariy Civakî û Tenduristiyê ya li Berlînê bi qasî 32 saetan di rêzê de sekiniye û fêm kiriye, ku li vî welatî wergirtina mafê mayînê wê dirêj dewam bike. Mûhammed anî ziman, piştî ewçend zehmetî û xeyalên wî yên hatine şikestin, biryar daye serî li bernameya vegerê ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) bide û vegere Başûrê Kurdistanê.

Di nûçeya N-TV de hat ragihandin, Hankaw Mûhammed beriya mehekê bi alîkariya IOM vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di çarçoveya vê bernameya IOM de, ji bo vegerê alîkariyek ji 200 heta 700 euro ji şexsekî re tê dayîn û ji bo mirovên rewşa wan a aboriyê gelekî nebaş e, ji bo karibin entegreyî jiyana li Iraqê bibin, alîkariya ji 5 hezar euroyî tê kirin.

Li gorî daneyên IOM, bi tenê di nava 3 mehên îsal de 1.933 Iraqî ji bo alîkariya vegerê serlêdan kirine û piraniya van mirovan jî ji penaberên ji Başûrê Kurdistanê pêk tên.