Mîrasgira dîktatorê Perû qebûl kir ku winda kiriye
Di hilbijartinên serokdewletiyê yên li Perû de namzetê navend-rastgiran Pedro Pablu Kûczynskî qezenc kir. Hevrika Kûczynskî keça dîktatorê berê Fûjîmorî jî qebûl kir ku winda kiriye.
Di hilbijartinên serokdewletiyê yên li Perû de namzetê navend-rastgiran Pedro Pablu Kûczynskî qezenc kir. Hevrika Kûczynskî keça dîktatorê berê Fûjîmorî jî qebûl kir ku winda kiriye.
Li welatê Başûrê Amerîkayê Perû, di tûra duyemîn a hilbijartinên roja 5'ê Hezîranê de ekonomîst Kûczynskî û keça dîktatorê berê Alberto Fûjîmorî Keîko Fûjîmorî ji bo serketinê li ber xwe dan. Ji ber ku dengê her du namzetan gelekî nêzî hev bûn, jimartin ji nû ve hat kirin.
Di encama jimartina ji aliyê desteyên hilbijartinê ve hat kirin de Kûczynskî ji sedî 50,12 ê dengan bi dest xist û serketina xwe misoger kir. Hevrika wî Fûjîmorî jî neçar ma li xwe bigire ku winda kiriye.
Ekonomîst Pedro Pablo Kûczynskî yê 77 salî, wê di 28'ê Tîrmehê de ji serokdewletê sosyal demokrat Ollanta Hûmala wezîfeyê dewr bigire.
Hevrika Kûczynskî Keîko Fûjîmorî weke mîrasgira dîktator Alberto Fûjîmorî yê di navbera salên 1990-2000 de wezîfe kiribû, tê naskirin. Alberto Fûjîmorî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û karên ne li rê, ji saal 2007'an û vir ve girtî ye.