Haaretz: Şerîa Rojava û Gazze wê ji bo 3 rojan bên girtin
Îsraîlê, piştî êrîşa êvara Çarşemê ya li Tel Avîvê, ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, çûn û hatina li Şerîa Rojava û Şerîda Gazzeyê bi temamî sekinand.
Îsraîlê, piştî êrîşa êvara Çarşemê ya li Tel Avîvê, ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, çûn û hatina li Şerîa Rojava û Şerîda Gazzeyê bi temamî sekinand.
Çûyîna Îsraîlê bi tenê di rewşên 'îstîsnayî' de dikare pêk were.
Rojnameya Haaretzê, bi agahiyên dispêre artêşa Îsraîlê ragihand, ev pêkanîna pêr bi şev destpê kir, wê 3 rojan dewam bike. Rojnameyê diyar kir, ji Şerîda Gazzeyê û Şerîa Rojava çûyîna Îsraîlê bi hincetên 'însanî û tibî' dikare pêk were.
Êvara Çarşemê, du ciwanên Fîlîstînî êrîşî Sarona-Park a li Tel Avîvê kiribûn û 4 kes kuştibûn, 5 kes jî birîndar kiribûn. Hamas a Gazzeyê kontrol dike, pesnê vê êrîşê dabû û ragihandibû ku di meha Remezanê de êrîşên bi vî rengî wê werin lidarxistin.
Artêşa Îsraîlê her wiha destûra ketina nava welêt a 83 hezar Fîlîstîniyan betal kiribû.