Ji Rêxistina Efûyê ji bo Elmanyayê têkîldarî nijadperestiyê hişyarî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku Elmanya ji her demê zêdetir îro bi êrîşên nijadperestan re hevrû ye, hişyarî da ku saziyên dewletê qurbanî bi tenê hiştine.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya têkildarî êrîşên nijadperestan a ji 80 pelan pêk tê, sala 2015’an li hember şevnişiyên koçberan zêdetirî hezar û 200 êrîşên bi “Motîfên siyasî” hatine lidarxistin. Li gorî sala 2014’an ji sedî hezar û 500 zêde kiriye. Ji van êrîşan 177 şewitandin, bi teqîn û birîndarbûnê derbasî raporê bûne, bûyerên din jî ziyan dane kelûpelan, dirûşmeyên nijadperest û gotinên bi awayê propagandakirinê pêş ketine.
Di raporê de li gorî sala bihurî di her hefteyê de bi giştî 6 çalakî dihatin lidarxistin, bal kişand ser êrîş û pêşînegirtina gotinên nijadperest.
Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Elman Selîn Çalişkan diyar kir ku êrîşên nijadperestî her ku diçin bilind dibin. Çalişkan da zanîn ku têkoşîn li dijî nijadperestiyê têrê nakin, bi taybet mal û şevnişiyên ku koçber lê dimînin li gorî pêwîstî hene nayên parastin.
Çalişkan rexne li kesên ku dibêjin “Dewlet, nedi rewşa parastinê ya êrîşên nijadpereste de ye” kir, bal kişand ku dewlet, berpirsyariya xwe ya mafê mirovan li gorî pêwîst bi cih naniye.