Dîlba Demîrbag-Sten hêjayî 'Xelata Rêbertiyê' hat dîtin

Rojnamevan-nivîskar a ji Bakurê Kurdistanê Dîlba Demîrbag-Sten, ji ber xebatên xwe yên ji bo zarok û ciwanan li banliyoyan dimeşîne, hêjayî "Xelata Rêbertiyê" ya sala 2016'an hat dîtin.

Weqfa Oscar Hîrsch, ku ji sala 1993'an û vir ve ji bo xebatên civakî, lênêrîna li zaork û ciwanan, terbiye û teşwîqa ji bo perwerdeyê dixebite, xelata xwe ya îsal da berprisyara rêxistinbûyîna bi navê "Wezareta Vegotinê" Dîlba Demîrbag-Sten û danezrûberê fîrmaya bi navê Navenda Matematîkê Johan Wendt.

Saziya ku Sten berpirsyara wê ye, li navçeya Sodetelje û hin taxên Stockholmê, hewl dide ji perwerde û entegrebûna zarok û ciwanan re bibe alîkar.

Xelata bi qasî nîv mîlyon kronî, wê Sten û Wendt bi hev re parve bikin. Sten di merasîma xelatdayînê de axivî û diyar kir, pereyê vê xelatê wê ji bo zarokên li herêmên li derveyî civakê hatine hiştin, bi kar bîne.