Bi hezaran eşyayên şexsî yên li Aûschwîtzê piştî 50 salan hatin dîtin
Li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê, ku zêdeyî 1 mîlyon Cihû lê hatin qetilkirin, eşyayên şexsî yên 16 hezar kesî piştî 50 salan hatin dîtin.
Li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê, ku zêdeyî 1 mîlyon Cihû lê hatin qetilkirin, eşyayên şexsî yên 16 hezar kesî piştî 50 salan hatin dîtin.
Eşyayên bi deh hezaran kesên li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtz-Bîrkenaû ji aliyê Naziyan ve hatin qetilkirin, di sala 1967'an de di kolandina li dora kampê hatibûn dîtin. Lê belê di dîmenên li ser kolandina wê demê de derket holê ku bi tenê eşyayên 400 kesî hatine qeydkirin.
Midûrê Muzeya Aûschwîtz-Bîrkenaû ya niha li nava Polonyayê ye Pîotr Cywînskî da xuyakirin, ku eşyayên şexsî bi saya xebatkarekî berî 49 salan di karê kolandinê de cih digirt, hatine dîtin. Li gorî vê yekê, eşyayên şexsî yên 16 hezar kesî, di nava 48 kartonan de li depoyên Akademiya Zanistî hatin keşfkirin.
Cywînskî da xuyakirin, ku çend meh piştî vê kolandinê li Polonyayê kampanyayên antî-semîtîst hatine meşandin û îdîa kir, ku ji ber van kampanyayan, ev eşya ji rojevê ketine.
Hat hînbûn, di nava eşyayên şexsî yên Cihûyên hatine qetilkirin de zêr û zîv, saet, pêlav û kelûmelên mutbexê hene.
Li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtz-Bîrkenaû, zêdeyî 1,1 mîlyon kes hatin qetilkirin, ku piraniya wan Cihû ne. Her wiha leşkerên Sowyetê, Roman, Sîntî û gelek girtiyên siyasî yên Polonyayî jî li vê kampê jiyana xwe ji dest dan.