Li Venezûelayê referandûma li dijî Madûro destpê dike
Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir, di pêngava xwe ya referandûmê ya ji bo dûrxistina Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro ji wezîfeyê, gaveke din avêt.
Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir, di pêngava xwe ya referandûmê ya ji bo dûrxistina Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro ji wezîfeyê, gaveke din avêt.
Ji bo destpêkirina pêvajoya referandûmê, îmze tên hevdan. Di nava 3 rojê pêş de pêwîstî bi hevdana 4 mîlyon îmzeyan heye.
Li Venezûelayê, ku ji ber buhayê petrolê û kêmaniya çavkaniyên enerjiyê krîza li welêt kûr kiriye, mûxalefeta bi navê Maseya Yekîtiya Demokratîk (MUD) a li dijî Madûro dest 1,8 mîlyon îmze kom kir. Piştrast bû ku 1,3 mîlyon ji van îmzeyan, rast in. Di daxuyaniya Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) de hat ragihandin, ji bo destpêkirina pêvajoya referandûmê pêwîstî bi 200 hezar îmzeyan heye û 1,3 mîlyon îmzeyên MUD'ê pêşkêş kiriye, hatine qebûlkirin.
Berdevkê MUD Jesûs Torrealba diyar kir, di çarçoveya pîvanên CNE de wê beşek ji xwediyên îmzeyan neçar bimînin îmzeyên xwe îspat bikin. Torrealba da xuyakirin, ku ji bo referandûm karibe bê kirin, pêwîste di nava 3 rojan de 4 mîlyon îmze bên hevdan.
Eger referandûm beriya 10'ê Çileya 2017'an bê kirin û piraniya hilbijêran bixwazin Madûro ji wezîfeyê were girtin, wê hilbijartinên pêşwext bên kirin. Eger piştî vê demê referandûm were kirin, wê li şûna Madûro alîkarekî wî vê erkê bimeşîne û heta sala 2019'an Serokdewlet be.