Grev, wê bandora xwe li rêwiyên ji Swêdê ber bi Ewropayê diçin bike.
Tevî navbeynkar ketin mabeynê jî di hevpeymanên komî yên navbera Sendîkaya Polîtan û SAS’ê de lihevkirine ji meha Gulanê ve çênebû. Sendîkayê got ku dahatûyên pîlotan hatiye kêmkirin û xwest %3,5 bê zêdekirin.
Lê Midûrê Giştî yê Bransa Hewayî ya Swêdê Mattîas Dahl got nikarin vê daxwazê qebûl bikin.
Serokê Duyemîn ê Sendîkaya Pîlotan Wîlhelm Tersmeden jî diyar kir ku ev zêdekirinek ne gelek e, diyar kir ku dema SAS’ê dikira îflas bikira pîlotan fedakarî kirine.
Tersmeden anî ziman ku dahatûyên pîlotên li SAS’ê ji yên şîrketên din ên Ewropayê hê kêmtir in, diyar kir ku dahatû wê di aboriya şîrketê û îflasek ku behsê dikin de ne diyarker be.
LI NORVECÊ LI HEV KIRIN
Piştî li Norvecê jî mabeyna SAS’ê û sendîkaya pîlotan bi rêxistin dike lihevkirine derneket holê, pîlotan ji bo grevê xwe amade kiribûn. Lê, aliyan vê sibehê dan xuyakirin ku li hev kirine û hevpeymana kar a komî ya ji bo salekê îmze kirine.