Artêşa Iraqê du herêmên din ên Fellûceyê rizgar kir

Hêzên Iraqê di êrîşên xwe yên duh bi şev de, herêmên Sebîhat û Fellahat ên li rojavayê Fellûceyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Hêzên Iraqê di êrîşên xwe yên duh bi şev de, herêmên Sebîhat û Fellahat ên li rojavayê Fellûceyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ofîsa Wezareta Parastinê ya Iraqê de hat ragihandin, du navçeyên li rojavayê bajarê Fellûceyê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Wezîrê Parastinê Xalid Ûbeydî diyar kir, tevî hêzên taybet ên Iraqê, hêzên eşîrên Sûnî yên li herêmê jî tevlî operasyonê bûne û got, "Di encama vê operasyonê de me navçeyên Sebîhat û Fellahat rizgar kirine."

Bi rizgarkirina her du navçeyan re balafirgeha El Teqaddûmê hat ewlekirin. Balafirgeha El Teqaddûm wê ji bo hêzên Iraqê bibe herêmeke veguhastinê û baregeha êrîşê.