'Antîdepresan di nava zarokan de rê li ber nêrîna întixarê vedike'
Li gorî lêkolînekê, piraniya dermanên antîdepresan ên ji bo zarokan tên bikaranîn bi kêr nayên û hin ji van dermanan rê li ber nêrîna întixarê vedikin.
Li gorî lêkolînekê, piraniya dermanên antîdepresan ên ji bo zarokan tên bikaranîn bi kêr nayên û hin ji van dermanan rê li ber nêrîna întixarê vedikin.
Lêkolîn li kovara tenduristiyê û medîkal a bi navê The Lancet a Brîtanyayê hat weşandin. Di vê lêkolînê de bandora 14 dermanên antîdepresan ên di nava zarokên 9-18 salî de tên bikaranîn, hatin nirxandin. Li gorî lêkolîna ku çavdêrî li 5 hezar zarokên tedawiyê dibînin hat kirin, beşeke mezin a antîdepresanan bi kêrî tedawiya zarok û ciwanan nayên. Hin ji wan jî rê li ber encamên gelekî xetere vedikin.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin, yek ji cureyên van dermanan Fluoxetine ku bi navê Prozac tê naskirin, bandora xwe heye û li gorî antîdepresanên din baştir tolere dibe.
Lê belê derket holê, ku dermanên din ên antîdepresan bi kêr nehatine û nehatine tolerekirin. Li gorî lêkolînê, dermanê Nortripyhline ku di tedawiya depresyona herî giran de tê bikaranîn, dermanê 'herî bêbandor' e. Imipramine jî weke dermanekî kêm tê tolerekirin, hat tespîtkirin.
VENLAFAXINE RÊ LI BER NÊRÎNA ÎNTIXARÊ VEDIKE
Lêkolîn balê dikişîne ser zerara hin dermanan. Hat tespîtkirin ku bi taybetî dermanê Venlafaxine dikare rê li ber nêrîna întixarê veke.
Di lêkolînê de, cih ji şîroveya zanyarê Awûstralyayî Dr. Jon Jûreîdînî ya li ser dermanên bi navê paroxetine hat veqetandin. Li gorî vê yekê, ji sedî 10 ê zarokên tedawiya paroxetine li wan hatiye kirin, nêrîna xwekujinê li wan der bûye.
Di heman lêkolînê de hat ragihandin, gelek dermanên di tedawiya depresyonê de tên bikaranîn, bi têrkerî li klînîkê nehatine ceribandin.
Tê texmînkirin, li welatên pêşketî ji sedî 3 ê zarokên navbera 6-12 salî, ji sedî 5-6 zarokên navbera 13-18 salî mexdûrê depresyona giran in.