Li ser tundkirina Qanûna Ceza ya Elmanya nîqaş tên kirin
Wezîrên Karên Hundir ên Eyaletên Elmanyayê, zêdebûna êrîşên li hemberî polîsan hincet nîşan dan û li ser tundkirina Qanûna Ceza nîqaşê dikin.

Li gorî Sendîkaya Polîsan a Federal, par li Elmanyayê 62 hezar polîs di dema wezîfeya xwe de bûn hedefa êrîşan û hat xwestin, qanûn werin tundkirin. Roja Çarşemê li Eyaleta Saarlandê Konferansa Wezîrên Karên Hundir destpê dike û tê payîn, wergirtina tedbîrên nû yên di vî warî de pêşkêşî wezîrên edaletê bên kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Saarlandê Klaûs Boûîllon ê ji konferansê re serokatiyê dike, da xuyakirin ku piştî hevdîtina bi Wezareta Edaletê re wan li hev kirine, kesê êrîşî polîsan bike herî kêm bi 6 mehan li girtîgehê were rakirin.
Tê gotin, di sala 2014'an de 55 hezar 700 polîs bûne hedefa êrîşan. Par jî di Konferansa Wezîrên Karên Hundir de nîqaş li ser tundkirina Qanûna Ceza hatibû kirin, lê di vî warî de li hev nehatibû kirin.