Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin zêde balê nakişînin

Tevî girîngiya xwe ya ji bo parastina hawirdorê jî, hejmara wesayîtên bi elektrîkê dixebitin li gelek welatên pêşketî li gorî hejmara giştî ya wesayîtan bi tenê ji sedî 1 e.

Ji bo pêşî li belavkirina gazên zerarê didin atmosferê, pêwîstiya bi kêmkirina wesayîtên ji motora bi sotemeniya heyî dixebitin, rastiyek ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin e.

Ji ber ku wesayîtên bi elektrîkê dixebitin li gorî wesayîtên normal buha ne û bi zehmetî tê şarjkirin, razemeniyeke têrker a ji bo hilberîna van wesayîtan li gelek welatan kêm e. Ji bo mirovan jî, ji ber ku wesayîtên bi elektrîkê dixebitin nikarin bi rêyeke dirêj de biçin, zêde nayê tercîhkirin. Karsaz û hilberîner jî, ji ber ku zêdeyî sed sal in razemeniyê li motorên klasîk dikin, naxwazin ji wesayîtên bi benzîn û dîzelê dixebitin biqerin.

Lê belê Norwêc, Hollanda û Hîndîstan bi biryar in ku razemeniyê li wesayîtên elektrîkê bikin û wesayîtên bi sotemeniya heyî dixebitin bi temamî ji trafîkê rakin.

PÊŞENGÎ JI ALIYÊ NORWÊCÊ VE TÊ KIRIN

Norwêc weke welatê herî zêde wesayîtên bi elektrîkê dixebitin lê tê tercîhkirin, derdikeve pêş. Rêjeya van wesayîtan li bazarê, ji sedî 23 ye. Ji ber ku baca wê kêm e û lêçûnên xwe yên rê nîne, tê payîn hejmara van wesayîtan zêdetir bibe.

Li gorî armancên li ser mijara avhewayê hatine diyarkirin, hikûmet plan dike ji sala 2025'an û pê ve destûrê bide bi tenê hilberîna wesayîtên bi elektrîkê dixebitin. Bi saya vê yekê tê xwestin heta sala 2050'î hemû wesayîtên bi karbunat ji trafîkê were rakirin. Di vê mijarê de hemû partiyên li vî welatî li hev kirine. Çav li rê ye hikûmet pêşnûmeya li ser vê mijarê di sala pêş de bixe rojeva parlamentê.

HOLLANDA JÎ DIXWAZE BI TEMAMÎ JI WESAYÎTÊN KLASÎK RIZGAR BIBE

Piştî Norwêcê, yek ji welatên herî zêde dixwaze wesayîtên bi motorên sotemeniya klasîk dixebitin ji trafîkê rake Hollanda ye. Hejmara wesayîtên bi eletkrîkê dixebitin ên li vî welatî bi qasî ji sedî 10 e. Ev yek tê wateya hebûna 500 hezar wesayîtên bi elektrîkê dixebitin.

Tevî ku heta niha di nava hikûmetê de lihevkirinek tine ye jî, bi biryara li Meclîsa Nûneran a Parlamenta Hollandayê hat wergirtin re, tê xwestin ji sala 2025'an û pê ve wesayîtên bi motora benzîn û dîzelê dixebitin, ji bazarê werin rakirin.

ARMANCA HÎNDÎSTANÊ MEZIN E

Hîndîstan, tevî ku ji aliyê wesayîtên bi elektrîkê dixebitin ve hînê li paş e, xwedî armancê mezin e. Li vî welatî bi tenê ji sedî 1 ê wesayîtan bi elektrîkê dixebitin. Li Hîndîstana nifûsa xwe 1,3 mîlyar e, tê xwestin di sala 2030 de bi tenê wesayîtên bi elektrîkê dixebitin li bazar û trafîkê hebin. Ji bo bicihanîna vê armancê, hikûmet û derfetên fînansekirinê pêşkêş bike.