Ji CSÛ ji bo Merkel: Tenê ‘fikar’ têrê nake

Merkel a îro wê biçe Stenbolê û sibehê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne, beriya ziyaretê her çiqasî bi gotina “alîgirê mafên Kurdan e” û hewl dabe dengê rexneyan qut bike jî bû hedefa rexneyên hişk ên partiya CSÛ.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a îro wê biçe Stenbolê û sibehê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtinê pêk bîne, beriya ziyaretê her çiqasî bi gotina “alîgirê mafên Kurdan e” û hewl dabe dengê rexneyan qut bike jî bû hedefa rexneyên hişk ên partiya CSÛ.

Serokwezîr Angela Merkel ji Frankfurter Allgemein Sonntagszeitung axivî, got ku rakirina destlênedanan wê ji bo siyasetmedarên Kurd re xwedî encamên pir giran bin û ev jî wê ‘gelekî bi fikar’ dike.

Merkel dûbare kir ku di nêrîna Elmanya ya ji bo PKK’ê hê ti guhertin nînin, got tevî vê jî alîgirê mafê Kurdan in. Merkel wiha axivî: “Em dixwazin ku Kurd li Tirkiyeyê xwedî mafên wekhev bin û siberojek wan a baş hebe.”

Angela Merkel anî ziman ku di hevdîtina sibehê ya bi destpotê Tirk Erdogan re wê li ser ‘tevahî pirsgirêkên girîng’ baxivin, rexmî hemû rexneyan jî dîsa hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê ya têkîldarî penaberan parast. Merkel bi lêv kir ku tevî hemû pirsgirêkên pêkanînê jî ‘baweriya xwe bi serkeftina hevkariya Tirkiyeyê tîne.’

‘QAŞO PÊWÎSTIYÊN HEVSENGIYÊN BERJEWENDIYAN E’

Angela Merkel hevkariya bi Tirkiyeyê re wek bendewariyên dualî îfade kir, her wiha îdîa kir ku ev dikare wek ‘pêwîstiyên hevsengiyên berjewendiyan’ jî bê nirxandin. Merkel anî ziman ku berjewendî nayê wê wateyê ku tevahî polîtîkayên welatekî têne pejirandin, dîsa got ku hevkariya bi Tirkiyeyê re ‘adil’ e.

Merkel bi bîr xist ku têkîldarî serbestbûna vîzeyan a ji bo welatiyên Tirkiyeyê jî pîvanên ku sala 2013’an hatine diyarkirin hene. Merkel got bê ev krîter bi cih tên an nayên jî dişopîne.

LI HEMBER HEVKARÊ DESTHILADARIYÊ BERTEKÊN TUND

Yek ji bertekên herî xurt a li hember Angela Merkel a ku hema hema li hemû Elmanyayê polîtîkayên Tirkiyeyê diparêze, ji partiya birayê CDÛ, Serokê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirstiyanan (CSÛ) Horst Seehofer hate dayîn.

Seehofer, hevpeymana muzakereyên yekîtiya Tirkiye û serbestiya vîze û hevpeyamana koçberan a bi welatên YE’ê re jî rexne kir, diyar kir ku polîtîkayên Merkel rê li ber van vekirin.

Seehofer diyar kir ku di hevpeyvîna îşev di bernameya Berîcht aûs Berlîn a ku di ARD’ê de tê weşandin, bal kişand ku ji ber polîtîkayên Merkel bi Tirkiyeyê ve hatine ‘girêdan’, ev jî weke ‘xetayekî mezin’ nirxand.

Hosrt Seehofer, ‘serkeftin’ ji hevdîtina Merkel û Erdogan re xwestiye, divê ku bi hemû dewletan re dayin û standinek hebe, lê neyê ‘girêdan’ û ‘şantajan’. Seehofer wiha got: “Sînorekî vê heye, ez di wê baweriyê deme ku Serokwezîr vî sînorî bi awayekî zelala bibîne.”

 ‘AGAHIYÊN BI KOVAN TÊN’

Serokê CSÛ destnÎşan kir ku Tirkiyeyê rêgezên dewletên hiqûqî binpê dike û got, ‘Her hefte nûçeyên bi kovan tên.’ Her wiha rakirina desnedayîna parlementeran û azadiya çapemeniyê jî weke mînakên derbeyê diyar kir.

Seehofer da xuyakirin ku mijara azadiya çapemeniyê û destnedana parlementeran ‘Pêşketinên ku tevahî cihan dengê xwe bilind bike ne.’ Seefofer anî ziman ku di bin navê bila hevpeymana koçberan xira nebe divê ti kes li hemberî van qewimînan bêdeng nemînin. Seehofer, têkîldarî nêzîkatiya Angela Merkel a li hember bûyeran rexne kir û wiha got: “ Li hember van bûyeran tenê bi fikarbûn, têrê nake.”