Rûsyayê banga êrîşên hevpar ên hewayî li DYA kir

Rûsyayê pêşniyar kir ku li hember çeteyên li Sûriyeyê, bi welatên koalîsyona di pêşengiya DYA’yê de êrîşên hevpar ên hewayî pêk werin.

Rûsyayê pêşniyar kir ku li hember çeteyên li Sûriyeyê, bi welatên koalîsyona di pêşengiya DYA’yê de êrîşên hevpar ên hewayî pêk werin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, da xuyakirin ku dixwazin ji 25’ê Gulanê û şûn de li dijî rêxistinên terorî yên li Sûriyeyê êrîşên hevpar pêk bînin.

Wezîrê Parastinê ragihand ku pêşniyar ji DYA re gotine, banga êrîşên hevpar ên hewayî kir. Şoygû destnîşan kir ku êrîşên hevpar ên hewayî li dijî ‘komên terorîst’ ên li welat in, diyar kir ku çeteyên El Nûsra yê şaxeke El Kaîde jî ji van e.

Rûsya ya ku ji meha Îlonê ve tevlî şerên li Sûriyeyê bû û hêzên koalîsyona di pêşengtiya DYA de li herêmên cuda û di demên cuda de bomberdûman pêk tanîn.

Welatên Koalîsyonê bi taybet destwerdana herêmên Heleb û Îdlibê ya ku çeteyên wek El Nûsra, Ahrar Şam û hevalbendên wan êrîşî Kurdan dikin nedikirin, zêdetir berê xwe didan herêmên ku DAIŞ’ê dagir kirine. Rûsyayê jî ji bilî herêmên ku şer mabeyna hêzên rejîmê û DAIŞ’ê de diqewimin, qadên El Nûsra û çeteyên din jî bombe dikirin.

Çeteyên El Nûsra û DAIŞ’ê li derveyî agirbesta ku ji 27’ê Sibatê de di meriyetê de ye, têne girtin.