Alîkarê Serokê Komeleya Çandê ya Îtalya (ACRI) Fîlîpo Mîraglîa yê tevlî forûmê bû û nêrînên xwe bi radyoya Deutsche Welle re parve kir, anî ziman ku navenda pêşwazîkirina penaberan a li Pozzallo munasîb nîne.
Mîraglîa diyar diyar kir, navendên serlêdana destpêkê li wan tê kirin, ji bo mayîna zarokan munasîb nînin û destnîşan kir, ku şert û mercên li van cihan, li dijî qanûnên Îtalyayê ne.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a Neteweyên Yekbûyî, piraniya 33 hezar kesên ji destpêka salê û vir ve xwe gihandine Îtalyayê, neçar in di nava şert û mercên zehmet de bijîn. Dîrektorê IOM ê Îtalyayê Federîco Soda bal kişand ser çareserkirina van pirsgirêkan û da zanîn, di mijara lêkolînkirina serlêdanan û dayîna statuyê de burokrasî gelekî giran dixebite.
Soda bibîr xist, ku piraniya penaberên hatine Yewnanîstanê jî ji welatên şer lê hene Sûriye, Iraq û Afganîstanê hatine.
Ji ber ku dema bersivdayîna li serlêdanan gelekî dirêj dibe, bi hezaran penaberan kampan diterikîn û hewl didin li bajar an jî herêmên bejahî li qada çandiniyê ji xwe re kar bibînin.
'DI ALÎKARIYA PSÎKOLOJÎK DE KÊMASÎ HENE'
Ji Rêxistina Doktorên Sînornenas Flavîa Calo jî işaret bi kêmaniya xizmetên alîkariya psîkolojîk a li van navên pêşwazîkirina penaberan kir û ragihand, divê kampên penaberan li gorî vê rastiyê bên amadekirin.