Li Çînê kampanya mezin a li dijî festîvala goşkê kûçikan

Li Çînê her sal bi navê Yûlîn festîvalek tê lidarxistin û bi deh hezaran kûçik tên qetilkirin. Ji bo qedandina vê festîvalê, kampanya hat destpêkirin.

Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de li malpera avaaz.org bên hevdan, wê pêşkêşî Serokdewletê Komara Gel a Çînê Xî Jînpîng û waliyê eyaleta Gûangxî Chen Wû bên kirin.

Di metna bangawaziyê de tê ragihandin, di Festîvala Yûlîn Lîçî û Xwarina Kûçik de her sal bi deh hezarna heywan bi îşkenceyê tên qetilklirin û hat gotin, "Îşkenceya di vê festîvalê de li kûçikan tê kirin, ne ya efûkirinê ye."

Di metna bangawaziyê de hat ragihandin ku bi hezaran Çînî li dijî festîvalê dengê xwe bilind dikin û hat gotin, "Em nîşanî hikûmeta Çînê bidin ku bala tevahiya cîhanê li ser vê komkujiya kûçikan e û divê êdî dawî li vê bîne." Hat destnîşankirin, ku armanca kampanyayê berhevkirina 2 mîlyon îmzeyan e.

Festîval Yûlîn Lîçî her sal li bajarê Yûlîn ê yealeta Gûangxî ya Çînê di 21'ê Hezîranê de destpê dike. Di vê festîvalê de fêkiyê bi navê lîçî ku weke 'fêkiyê qral' tê zanîn û goştê kûçikan tê xwarin. Tê texmînkirin ku her sal di festîvalê de 10 heta 15 hezar kûçik tên qetilkirin.