AfD a mizgeft ziyaret kir, niha jî li dijî çêkirina wê derdikeve
Partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku bi rêya dijberiya li Îslamê û biyaniyan hewl dide dengan bide hev, bi rengekî hevkariyê bi tevgerên nîjadperest re dike.
Partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku bi rêya dijberiya li Îslamê û biyaniyan hewl dide dengan bide hev, bi rengekî hevkariyê bi tevgerên nîjadperest re dike.
AfD'ê li Erfûrtê li dijî çêkirina mizgeftekê çalakî pêk anî û çalakgerên Pegîda ya nîjadperest jî beşdarî vê çalakiyê bûn.
AfD ku li Elmanyayê partiya herî zêde di dema dawî de bi pêş dikeve ye, li dijî mizgefta ji aliyê Civata Ahmediye ve li Erfûrtê tê çêkirin, xwepêşandanek lidar xist. Bi qasî 700 kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de nûnerên Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslambûna Rojava (Pegîda) axivîn.
Serokê AfD'ê yê Eyalet Thurîngenê Bjorn Hocke di axaftina xwe ya li çalakiyê de îdîa kir, ku eger Îslam nerm nebe, divê ji Elmanyayê biçe. Hocke da xuyakirin, ku cih û warekî Îslamê heye, lê belê ev cih û war ne Elmanya ye.
Li hemberî alîgirên AfD û Pegîda yên li Domplatzê li hev civiyan, bi qasî 200 kesan xwepêşandanek lidar xistin.
Civata Ahmediye ya ji Misilmanên Hîndîstanî pêk tê, tê texmînkirin ku hejmara endamên wê yên li Elmanyayê bi qasî 45 hezar e. Û bi giranî 'nerm' tê pênasekirin.
AfD'ê duh li dijî çêkirina mizgeftekê çalakî lidar xist. Lê belê Hevberdevkê AfD'ê Jorg Meûthen çend hefte beriya niha li eyaleta Baden-Wurttemberê mizgeftek ziyaret kiribû.